Şino- Heşdî Şabî du bazirganên kurd kuştin

Hengaw- Heşdî Şebî ku di heyama kêmtir li du heftyane li ser sînorên Şinoyê li Rojhelatê Kurdistanê hatine bi cîhkirin,

04 May 2019 22:34

 

Hengaw- Heşdî Şebî ku di heyama kêmtir li du heftyane li ser sînorên Şinoyê li Rojhelatê Kurdistanê hatine bi cîhkirin, gule li du bazirganên kurd reşandin û di encamê de her du bazirgan hatin kuştin. 

Li gor agahiyên Dezgeha Mafên Mirovan Hengawê, roja çarşemê 1 Gulanê hêzên Heşdî Şebî li Şinoyê gule li otomobîla hewelatiyekî kurd reşandin. Di encama gule reşandina hêzên Heşdî Şebî li devera Çil Aşan de du kasibkar bi navên Reûf Xalidnijad û Nemet Seadet jiyana xwe ji dest dane. 

Hêjayî gotinê ye ku di roja 21 meha borî de 60 çekdarên Heşdî Şebî bi du pasên taybet yên zankoya Urmiyê di payegha Semed Bostançi di taxa Şakirabadê hatine bi cîhkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin