Şino – Welatiyê ku ji ber teqîna mînê birîndar bibû, can da

Hengaw: Ew welatiyê ku îro danê sibê li derdora Şino ji ber teqîna mînê birîndar bibû, li nexweşxanê can da.

21 November 2020 16:09


Hengaw: Ew welatiyê ku îro danê sibê li derdora Şino ji ber teqîna mînê birîndar bibû, li nexweşxanê can da.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, îro danê sibê welatiyê bi navê Ezîz Rûnima li zozana sînorî ya Heware Îsk ya bajarê Şino ji ber teqîna mînê giran birîndar bibû.

Li gorî agahiyan, qasekî beriya niha Ezîz Rûnima, ku xelkê gundê Poliye yê Şino bû, li nexweşxanê canê xwe ji dest da. 

Roja duşemiya borî jî welatiyekî Serdeştî bi navê Ehmed Memendî, di encama teqîna mînê de canê xwe ji dest dabû.


Di vî warî de zêde bixwînin