Urmiye- 10 sal cezayê zindanê bi ser 2 hemelatiyan da hat sepandin

Hengaw- Dadgeha Dadwerî ya Hikûmeta Îranê li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistabê du sal sal cezayê zindanê bi

08 September 2019 14:04


Hengaw- Dadgeha Dadwerî ya Hikûmeta Îranê li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistabê du sal sal cezayê zindanê bi ser 2 çalakên siyasî sepand.

Ligor raporta gihiştiye destê Dezgeha Mafê Mirov a Hengawê Dadgeha Dadwerî ya Hikûmeta Îranê roja sêşemê 03- 09- 2019an bo 2 hemwelatiyên xelkê gundê ”Enbê“ ser bi Urmiye yên navên wan Sabîr Kemanî“ û ”Kamiran Kemanî“ 10 sal cezayê zindanê sepandiye. Herwiha bo her hemwelatiyekî 5 sal ceza hatiye sepandin û ew li Zindana Urmiyê hatine zindanîkirin. 

Ligor zanyariyên Hengawê Dadgeha Dadwerî ya Hikûmeta Îranê bi tohmeta alîkariya Partiya Jiyana Azad Kurdistanê (PJAK) ceza li ser herdu hemwelatiyan hatiye sepandin û dadgeh destûr jî nedaye parêzerên hemwelatiyan di danîşînê da amade bibin.

Keywan û Sabîr roja sêşemê 18-06-2019an ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê va li Urmiye hatibûn desteserkirin.
 


Di vî warî de zêde bixwînin