Urmiye- Du kolberan kurd birîndar bûn

Hengaw-Di çend rojên borî de, du kolber li sinorên bajarê Piranşar û Serdeştê bi guleya hêzên çekdar yên rejîma Îranê ve hatine birîndarkirin.

11 June 2019 23:16


Hengaw-Di çend rojên borî de, du kolber li sinorên bajarê Piranşar û Serdeştê bi guleya hêzên çekdar yên rejîma Îranê ve hatine birîndarkirin.

Li gor agahiyên geheştine destê Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê paşnîveroya roja yekşemiyê 9 mehê hêzên çekdar yên Îranê li sînorê Kanîzerda Serdeştê gule li komek kolberan reşandine û di encamê de kolberek bi navê Ehmed Hacelî bi giranî hate birîndarkirin.

Ji aliyek din ve li gor agahiyan, roja şemiyê 8 mehê jî, hêzên çekdar yên Îranê li devera Zêvke ya Pîranşarê 30 hesp kuştine û kolberek binavê Omîd Mihemedpûr birîndar kirine.
 


Di vî warî de zêde bixwînin