Urmiyê - du kolberên kurd di çem da xeniqîn

Hengaw- Li herêma Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, du kolberên kurd di nav çem de xeniqîn û can dan.

07 May 2019 23:19

 

Hengaw- Li herêma Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, du kolberên kurd di nav çem de xeniqîn û can dan.

Li gorî agahiyên ku ketine destê Dezgeha Mafê Mirvan a Hengawê, îro li devera Tirgever ya Urmiyê du kolberên kurd dema dixwastin ji çemê Cirmê derbas bibin, li ber avê çûn.

Li gorî agahiyan, piştî demekê termên wan ji aliyê xelkê wê deverê ve hatin dîtin.

Hatiye gotin ku navê yek ji wan kolberan Ferzad Nûrî û navê yê din jî Birhan Torabî bûye, her du jî xelkê gundê Enbê yê Ormiyê bûne.

 


Di vî warî de zêde bixwînin