Welatiyekî Serdeştî bi tohmeta endamtiya komên îslamî yên radîkal hat girtin

Hengaw: Welatiyekî kurd yê xelkê bajarê Serdeştê ku mehekî beriya niha hatibû girtin, bo zîndana navendî ya Ormiyê hat veguhestin.

23 November 2020 15:46

 

Hengaw: Welatiyekî kurd yê xelkê bajarê Serdeştê ku mehekî beriya niha hatibû girtin, bo zîndana navendî ya Ormiyê hat veguhestin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, roja 20 vê mehê welatiyekî xelkê Serdeştê bi navê Amanc Karwançî (28 salî), ku mehekî berê hatibû girtin, piştî xilasbûna lêpirsînê bo zîndana navendî ya Ormiyê hat veguhestin.

Li gorî agahiyan, Amanc Karwançî roja 27 Cotmeha îsal li bajarê Serdeştê ji aliyê îtilaata bajêr ve hatibû girtin. 

Ew welatiyê kurd bi tohmeta endamtiya komên îslamî yên radîkal hatiye girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin