Xwekuştina du kesan li bajarên Şino û Bokanê

Hengaw- Jineka ciwan li Şinoyê û Korekî nûciwan jî li bokanê li ber pirsgirêkên malbatî dawî bi jiyana xwe anîn.

16 June 2019 11:53


Hengaw- Jineka ciwan li Şinoyê û Korekî nûciwan jî li bokanê li ber pirsgirêkên malbatî dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gor agahiyên gehaştinî destê Dezgeha Mafê Mirov ya Hengaw, roja şemiyê 15 mehê jina ciwan ya xelkê gundê Fecrabada Şinoyê li ber pirsgirêkên malbatî xwe darvekirye.

Li gor agahiyan navê jina 30 salî Kîmiya Şêxanî ye jina 30 salî piştî şerkirin li gel hevjînê xwe çûye mala babê xwe û xwe kuştiye.

Ji aliyek din ve kurekî nûciwan bi navê Erselan Rehîmî 16 salî ku xelkê Bokanê ye, danê êvara heman rojê yanî şemiyê li ber kêşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe aniye.
 


Di vî warî de zêde bixwînin