Zilamekî hevjîna xwe bi kêrê kuşt

Hengaw-Li bajarê Qurwe yê Rojhelatê Kurdistanê, zilamekî hevjîna xwe bi kêrê kuşt.

04 May 2019 22:35

 

Hengaw-Li bajarê Qurwe yê Rojhelatê Kurdistanê, zilamekî hevjîna xwe bi kêrê kuşt.

Li gor agahiyên Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê evara duh yekşemiyê 28 mehê, zilamekî xelkê bajarê Qurwe hevjîna xwe ya 54 salî bi navê (M,K) bi kêrê kuşt.

Bi gotina çavkaniyekî agahdar, kujerê 63 salî bi navê (E,M) bi sedema kêşeyên malbatî hevjîna xwe kuştiye.

Li gor amarên Hengawê, di 4 mehên borî de herî kêm 10 jin li deverên cuda yê Kurdistanê bi destê kesên nêzîkî xwe wek bav an mêr va hatine kuştin.

 


Di vî warî de zêde bixwînin