Şermezarkirin û dilgiraniya tund a Saziya Hengawê derheq sizayê darvekirina Tomac Salihî

25 April 2024 12:17

Hengaw; Pêncşemî 25ê Nîsana 2024an

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi berteknîşandan li hember sizayê îdamê yê Tomac Salihî, vê sizayê bi tundî şermezar dike û bi biryareke nedadwerî dide zanîn ku di bin zextên saziyên ewlehî de û heta bêyî berçavgirtina yasayên Komara Îslamî ya Îranê hatiye danê.

Hengaw tevî nîşandana dilgiraniya xwe ya li hember dana vê sizayê bi tohmeta derewîn a "ifsad fî erzê" radigehîne ku, dana sizayên wiha li pêwendî digel bidarvekirinên berfireh ên sala borî û bi taybetî yên piştî tevgera Jin Jiyan Azadî ye.

Tenê di sala 2023an de, Komara Îslamî ya Îranê herî kêm 829 kes bi tohmetên bê bingehîn îdam kirine, ku ev yeka jî proseyeke siyasî ji bo tirsandina civakê ye. Armanc ji dana sizayê wiha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve li dijî Tomac Salihî, nîşan dide ku Komara Îslamî heta pabendê yasayên xwe nîne û siyaseta xwe li ser bingeha hikûmeta teror û tirsandinê ava kiriye.

Hengawê her wek di rojên borî de û di daxuyaniyên cuda de hişdarî dabû, radigehîne ku proseyên bêserûşûnkirina bi zorê, kuştinên bilez û bê rawestan berdewam piştî zêdebûna rêjeya îdamkirina çînên civakê zêde bûye û paşê digihîje bi sepandina sizayê darvekirinê bi ser girtiyên naskirî di nav xelkê de.

Pêka amarên tomarkirî li Saziya Hengawê, niha 41 girtiyên siyasî û olî li girtîgehên Îranê di bin metirsiya cîbicîkirina sizayê darvekirinê de ne, li ser vê bingehê Hengaw tekezî li ser pêwîstiya piştevanîkirin ji girtiyên bêdeng û dijayetîkirin digel siyasetên bidarvekirinê li Îranê tekezî dike û daxwazê ji civaka navdewletî û xelkê Îranê dike ku bilez li hember zêdebûna sizayê bidarvekirinê di Îranê de bertekên lizgîn û cidî nîşan bidin.


Di vî warî de zêde bixwînin