Bokan; Îdrîs Hacî Resûlpûr ji endamê malbata dadxwaz û Hêmin Îbrahîm Hemze bi girtîgehê hatine sizadan

26 November 2024 17:29

Hengaw; Sêşemî 26ê Mijdara 2024an

Îdrîs Hacî Resûlpûr ji endamê malbata dadxwaz û birayê Mihemed Hacî Resûlpûr ji canjidestdayiyê tevgera Jin Jiyan Azadî û herwisa Hêmin Îbrahîm Hemze, her du xelkê Bokanê her yek ji wan bi sê meh girtîgehê hatine sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Roja Sêşemî 26ê Mijdara 2024an, Îdrîs Hacî Resûlpûr ê birayê Mihemed Hacî Resûlpûr û Hêmin Îbrahîm Hemze yê 38 salî, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Du ya Bokanê ve, her yek bi sê meh girtîgehê hatine sizadan.,

Pêka gotina çavkaniyeke cihê bawerê, Hêmin Îbrahîm Hemze yê xelkê gundê “Qeregul” û Îdrîs Hacî Resûlpûr ê xelkê gundê “Alîkend” ê ser bi Bokanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” bi girtîgehê hatine sizadan.

Li rêkefta 9ê Gulana 2024an, hêzên Îtilaatê êrîşî ser malên van du welatiyên Kurd yên bi navên Hêmin Îbrahîm Hemze û Îdrîs Hacî Resûlpûr kirin û ji ber beşdarîkirin di rêûresma Newroza Kurdewarî de binçav kirin û bo cîhekî nediyar veguhastin, ew piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dema birêveçûna dadgehê hatine berdan.

Îdrîs Hacî Resûlpûr, birayê Mihemed Hacî Resûlpûr ji canjidestdayiyê tevgera Jina Jiyan Azadî ye. Mihemed Hacî Resûlpûr yê 57 salî û girtiyê siyasî yê xelkê Bokanê, roja Duşemî 19ê Kanûna 2022an, piştî 5 roj di komayê de li nexweşxaneya “Qûlîpûr” a Bokanê, ji ber îşkencekirin di girtîgehên ewlehî de canê xwe ji dest da. Hengawê dabû zanîn ku saziyên ewlehî tevî îşkencekirina tund bo heyama sê hefteyan ji dana avê bi navbirî re xwe dûr girtine û ji berê vê yekê ketibû komayê.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin