Rêûresma Newrozê; Yûsif Hacî Xoş bi 3 sal û 4 meh girtîgehê hate sizadan

25 June 2024 11:37

Hengaw; Sêşemî 24ê Hezîrana 2024an

Yûsif Hacî Xoş ê welatiyê Kurd ê xelkê Şinoyê û endamê Şêwreya Navendî û Şêwreya Rêveberî ya Eniya Yekgirtî ya Kurd ku di rêûresmên Newrozê de li Kurdistanê hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 3 sal û 4 meh girtîgehê hate sizadan. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Yûsif Hacî Xoş ê welatiyê xelkê gundê "Koneqela" yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer Ensarî bi tohmeta "hevkarîkirin bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re" bi 3 sal û 4 meh girtîgehê hate sizadan.

Yûsif Hacî Xoş di roja Pêncşemî 2ê Gulana 2024an de derheq lidarxistina merasima Newrozê, ji aliyê îdareya Îtilaata Şinoyê ve li mala xwe hatibû girtin.

Navbirî di dawiyê de roja Pêncşemî 30ê Gulana 2024an, bi danîna barimteya yek milyar Tumenî û bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin