Bokan; Salek girtîgeh bi ser Reşîd Rehîmî de hate sepandin
Hengaw; Înê 29ê Mijdara 2024an
Reşîd Rehîmî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Bokanê ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdewarî ji aliyê Dezgeha Dadwer ya Komara Îslamî ya Îranê ve, salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de “Reşîd Rehîmî”, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Du ve li vî bajarî bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, sizayê navbirî di rojên borî de bi “Rehîmî” re hatibû ragihandin û ew divê di rojên bê de ji bo birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin xwe bi Dozgeraiya Giştî û Şoreş a vî bajarî bide nasandin.
Roja Pêncşemî 9ê Gulana 2024an, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgên yasayî bi awayekî tundûtîjî Reşîd Rehîmî binçav kiribûn û piştî bi dawîhatina qonaxên lêpêçînê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibû berdan.
Hêjayî gotinê ye ku, Reşîd Rehîmî digel du welatiyên din ên bi navên “Şehram Nanva” û kesek din ê bi navê “Zahir” (paşnavê wî nexuya ye) yên xelkê Bokanê, ji ber beşdarîkirin li rêûresmên Newrozî li navçeyên Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin.