Rêûresma Newrozê; Girtina Şino Mihemedî û Arîvan Şakirî, du çalakvanên medenî yên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve li Sine

Hengaw; Sêşemî 25ê Adara 2025an
Du welatiyên Kurd ên bi navên Şino Mihemedî û Sahib (Arîvan) Şakirî, jin û mêrên xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li pêwndî digel rêûresma Newroza Kurdistanê li vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 23ê Adara 2025an, Şino Mihemedî ya temen 34 salî digel hevjînê xwe yê bi navê Arîvan Şakirî yê temen 35 salî, du çalakvanên medenî yên xelkê bajarê Sine li encama êrîşa hêzên ewlehî ve bo ser mala wan li taxa Hacîava ya vî bajarî bi bê hebûna ti belgekeye yasayî hatine girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev du welatiyên Kurd li derheq rêûresma Newroza Kurdistanê hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, lipeyketinên malbata van du welatiyên Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wan bê encam maye û saziyên ewlehî di vê derbarê de xwe ji dana her cure bersiveke rohn dûr digirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derheq cihê ragirtin û çarenivîsa van du welatiyên Kurd li ber dest nîne.