Rêûresma Newrozê; Keyhan Tedbîrî, nûciwanê 17 salî li bajarê Merîwanê hate girtin

23 March 2025 13:30

Hengaw; Yekşemî 23ê Adara 2025an

Keyhan Tedbîrî, nûciwanê 17 salî yê xelkê bajarê Merîwanê piştî gazîkirin û serdankirina îdareya Îtilaatê li vî bajarî bi awayekî hovane rastî lêdan û kutanê anîn û piştre hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 22ê Adara 2025an, Keyhan Tedbîrî, nûciwanê 17 salî yê xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê piştî gazîkirinê û çûn bo îdareya Îtilaatê bi awayekî hovane û bi lêdan û kutanê hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Keyhan Tedbîrî li derheq rêûresma Newroza Kurdistanê hatiye girtin û lipeyketinên malbata vî nûciwanê Kurd ji bo agehdarbûn ji qeder û rewşa navbirî bê encam maye.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Keyhan Tedbîrî piştî girtinê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sinê hatiye veguhastin.

Hêjayê gotinê ye ku, li derheq birêveçûna rêûresma Newrozê li rêkefta 23ê Adara 2025an li gundê Nê, di heyama çend rojên derbasbûyî de nêzî dused welatiyên vî gundî hatine gazîkirin ku hejmarek zêde ji wan dema ku bo îdareya Îtilaatê hatine gazîkirin, serdana vê navendê nekirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin