Rêûresma Newrozê; Girtina çar welatiyan ji wan du zarok ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Merîwanê

Hengaw; Yekşemî 23ê Adara 2025an
Keyhan Tedbîrî û Mihemed Qadirî du nûciwanên 17 salî û du welatiyên din ên Kurd û xelkê Merîwanê yên bi navê Mihemed Nîkpey û Kawe Dastan, li pêwendî digel rêûresma Newrozê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 22ê Adara 2025an, Keyhan Tedbîrî, nûciwanê 17 salî, Mihemed Nîkpey ê temen 28 salî û Kawe Dastan ê temen 45 salî, her sê xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê hatine girtin.
Hevdem, Mihemed Qadirî yê temen 17 salî û xelkê gundê Nê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Keyhan Tedbîrî, Mihmed Qadirî, Mmihemed Nîkpey û Kawe Dastan li derheq birêvebirina rêûresma Newrozê hatine girtin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Keyhan Tedbîrî piştî girtinê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sinê hatiye veguhastin.
Her di vê derheqê de roja Înê jî Aram Nîkpey yê temen 38 salî, Mihemwd Nîkpey yê temen 28 salî, Mihemed Eştek ê temen 23 salî, Tehsîn Dadres, girtiyê siyasî yê berê yê temen 31 salî û Bilal Dadres ê temen 36 salî û xelkê Merîwanê hatine girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van welatiyên Kurd li ber dest nîne.