Rêûresma Newrozê; Raporek li ser girtina 11 welatiyên Kurd ji wan du zarok ji aliyê îdareya Îtilaatê ve li Serdeştê

Hengaw; Şemî 22ê Adara 2025an
Du zarokên Kurd ên bi navên Şakar Umerzade û Baryar Mihemedyanî û 9 welatiyên din ên Kurd ên bi navên Aram Alî, Kemal Qazanî, Rehîm Qadirî, Kamran Xezalî, Osman Umernijad, Şîrzad Şêxî, Bêhzad Meslehet, Bêhrûz Hemzehpûr û Mihemed Husênpûr li pêwendî digel rêûresma Newrozê li bajarê Serdeştê hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 19ê Adara 2025an, Şakar Umerzade yê temen 10 salî û Bairyar Mihemedyanî yê temen 24 salî û Aram Alî, Kemal Qazanî, Rehîm Qadirî, Kamran Xezalî, Osman Umernijad, Şîrzad Şêxî, Bêhzad Meslehet, Bêhrûz Hemzehpûr û Mihemed Husênpûr, welatiyên xelkê gundê "Dole Germ" ê ser bi Serdeştê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.
Ev welatiyên Kurd piştî du rojan, li 21ê Adarê, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatine berdan.
Herwiha, welatiyeke jin a bi navê Ezîz Husênpûr, ji dayîkên dadxwaz ku li rêûresma Newrozê meşela agir di destê wê de bûye, bo îdareya Îtilaata Serdeştê hatiye gazîkirin û rastî lêpirsînê hatiye.
Di vê navberê de telefonên her yek ji Kemal Qazanî û Mihemed Husênpûr ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne destbiserdegirtin heta niha nehatiye vegerandin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast li ser hûrgiliyên tohmetên ku li dijî van welatiyan hatinî sepandin li ber dest nîne.
Ev welatiyên Kurd piştî beşdarîkirin di rêûresma pêşwaziya Newroza îsal de li gundê “Dole Germ” ê girêdayî bajarê Serdeştê, ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatibûne girtin.
Ev rêûresme tevî huşdarî û dijayetiya Saziyên Komara Îslamî ya Îranê, roja Sêşemî 18ê Adarê bi amadebûna berfireh a welatiyan hate birêveçûn.