Hengaw ji hûrgiliyên nû yên sizayê girtîgehê yê Saman Yasîn pir nîgeran e

23 April 2024 15:04


Hengaw; Sêşemî 23ê Nîsana 2024an

Pêka belgeyên ku gihane destê Hengawê, Saman Yasîn sitranbêjê Kurd ê xelkê Kirmaşanê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 5 sal girtîgeh û dûrxistinê hatiye sizadan. Ev hunermendê Kurd 567 rojên derbasbûyî (19 meh) bi bê sûdwergirtin ji mafê mirexesiyê û tevî hebûna nexweşiyê di girtîgehê de dimîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Saman Yasîn ê hunermendê Kurd û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer Mihemedriza Emûzade, 5 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha bajarê Babek ê girêdayî parêzgeha Kirmanê bi ser de hatiye sepandin.

Piştî derbasbûna rojekê ji medyayîbûna nûçeya sizayê dûrxistina Saman Yasîn ku ji aliyê parêzerê wî yê sepiyayî ve bi enqes û bi awayekî nerohn û netevaw hate belavkirin, hin belge ketine destê Hengawê ku nîşan didin, Saman Yasîn ê hunermend û girtiyê siyasî yê Kurd, netenê bi 5 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha bajarê Babek ê ser bi parêzgeha Kirmanê hatiye sizadan, belkî di hukmê wî de bi eşkere tê xuya ku ew hukme redkirina zanyarî ye, ku tê wateya nemumkinbûna pêwendî û hevhatina civakî bi kesên dinê re û tirsa wê yekê heye ku ev cure sizaye bibe sedema derbaskirina Saman Yasîn di odeyên takekesî de û bêparkirina mafê hevdîtina wî bi malbatê re.

Hengaw li ser wê baweriyê ye ku parêzerê Saman Yasîn bi mebesta kêmkirina zextên raya giştî û hesasiyeta wê yekê li hember dosyaya Saman Yasîn û bi mebesta paqijkirina dadgehên nimayişî yên Komara Îslamî, bi qestî sizayê hatê danê, ragihandiye, di halekê de sizayê 5 sal girtîgeh di dûrxistinê de ye. Hengaw vê kiryara parêzerê sepandî wekî beşek ji siyasetên giştî yên dezgeha ewlehî ya Komara Îslamî dizane û wek mînakên xiyanet bi mafê muwekil û binpêkirina sundê dizane ku sizayê wê hilweşandina mohleta parêzerî ye.

Hêjayê gotinê ye ku parêzerê sepiyayî ji aliyê dadgehê re bo tohmetbar tê diyarîkirin û tohmetbar ti rolek ji bo diyarîkirina wî nîne. Lewam heqê parêzer li şûna tohmetbar ji aliyê Hêza Dadwerî ve tê danê. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de çendîn parêzerên wiha yên sepîner li şûna berevanî ji mafê muwekil û birêvebirina erkê xwe yê exlaqî û pîşeyî bikin, girtî mehkûm dikirin û rola lêpêçîna wan dilîstin.

Kombûna pêregihîştin bi tohmetên vî hunermendê Kurd roja 17ê Nîsana îsal hate lidarxistin û roja yekşemî 21ê Nîsanê, sizayê navbirî ji parêzerê wî re hate ragihandin. Hengaw agehdar bûye ku di dema birêveçûna kombûna dadgehê de, îzna çûna nava dadgehê bi malbata Saman re nehatiye danê û di dawiya kombûnê de hêzên ewlehî bi Saman Yasîn re pevçûne û navbirî rastî lêdan û kutanê hatiye.

Ev hunermene beriya niha derbarê rûniştina dadgeha xwe, bi tekeziya taybet li ser eşkerebûna wê dadgehê, ragihand: Parêzer û rojnamevanên navxweyî û navdewletî divê beşdariya vê rûniştinê bikin û daxwaza amadebûna xwe bi zûtirîn dem, bi nivîskî ji dadwer Selewatî û berpirs û Dîwanê re bişînin.

Saman Yasîn ragihandiye ku hilweşandina çend car a rûniştina dadgehîkirina wî û herwisa rêgirîkirin ji veguhastina wî bo nexweşxaneyê, meşeke bi qesdî bi armanca "wêrankirina laş û derûna" wî ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve ye.

Saman Yasîn, roja Çarşemî 2ê Tebaxa 2023an, ji girtîgeha Recyî Şehrê bi awayekî lezgîn tevî komek girtiyên siyasî bo benda heşt a girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin û piştre roja 3ê Îlonê ji vê girtîgehê ve bo girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatibû veguhastin.

Ev girtiyê siyasî di 20ê Îlona 2023an de, bêyî ku îzna birina kelûpelên xwe yên taybetî ji beşa sê a girtîgeha Qizilhesarê hebe, hatibû derxistin û bo cihê ragirtina girtiyên bi tawanên madeyên hişber hatibû veguhastin.

Ev hunermende di 29ê Cotmeha 2022an de, bi tohmeta "muharibe" ji aliyê Dadgeha Giştî û Şoreş a Tehranê ve bi îdamê hatibû sizadan. Ev biryare li Dîwana Bilind hate hilweşandin û dosyaya wî ji bo pêdeçûna dubare hate şandin.

Saman Seîdî yê naskirî bi Saman Yasîn, hunermend û sitranbêjê rep ê xelkê Kirmaşanê û rûniştiyê bajarê Tehranê roja Yekşemî 2ê Cotmeha 2022an, ji ber piştevanîkirin ji xwepêşandanan ji aliyê hêzên ewlehî ve di mala xwe de hatibû girtin û piştî lêpirsînê bo girtîgeha Recayî Şehrê hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin