Piranşar; Di encama teqîna mînê de serbazekê pêyê xwe ji dest da

23 May 2024 09:49

Hengaw; Pêncşemî 23ê Gulana 2024an

Serbazekî Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) bi sedema teqîna mînên bicihmayî yên şerê Îran û Iraqê li devera sînorî ya Pîranşarê bi dijwarî birîndar bû û pêyê xwe ji dest da. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 22ê Gulana 2024an, bi sedema teqîna mînê li devera sînorî ya Pîranşarê serbazekê meçeka pêyê xwe ji dest da.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derheq nasnameya navbirî ti zanyariyek li ber dest nîne û rewşa wî piştî veguhastinê ji bo navendên dermanî nediyar e. 

Her di vê deheqê de, roja Sêşemî 21ê Gulana 2024an, li encama teqîna mînekê li bilindahiyên sînorê Kêleşînê ciwanek bi navê Îsmayîl Ezewzeme yê temen 37 salî û xelkê Mîravayê jiyana xwe ji dest dabû.

Herwiha di vê bûyerê de du bira yên xelkê gundê Mîravê yên bi navên Seyîd Hêmin Mûsewî û Seyîd Hadî Mûsewî di jî bi sedema teqîna mînê birîndar bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin