Kamêran; Feyzulah Şadî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin
Hengaw; Çarşemî 17ê Tîrmeha 2024an
Welatiyekî Kurd ê bi navê Feyzulah Şadî yê xelkê bajarê Kamêranê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 14 Tîrmeha 2024an, Feyzulah Şadî, welatiyê temen 47 salî yê xelkê gundê Kawane û rûniştiyê bajarê Kamêranê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve di şûna karê xwe de hate girtin.
Herwisa dukana vî jî, li şeqameke bajarê Kamêranê hevdem digel girtina navbirî hatiye daxistin (pilompkirin).
Tê gotin ku girtina Feyzulah Şadî bi sedema weşandina daxuyaniya koça dawî ya dapîra xwe, Meisûme Dirûdî bûye. Ev dayîka dadxwez kurê xwe piştî fermana Xumeynî ya bo êrîşa ser Kurdistanê di dehikên 60î ên Rojî de ji dest dabû.
Ev welatiyê Kurd piştî girtinê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û rewşa tendirustiya wî nexuya ye.