Girtîgeha Êvînê; Rewşa xirab a tendirustiya Luqman Elîzade yê girtiyê olî yê Kurd piştî 13 meh ji binçavkirinê

23 September 2024 17:39

Hengaw; Duşemî 23ê Îlona 2024an

Luqman Elîzade, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Bokanê, ji ber îşkenceyên laşî û zextên derûnî nexweş ketiye û ji mafê dermankirin û pêragihîştina pizîşkî hatiye bêparkirin. Ev salek û 19 roj in ku di girtîgehê de ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Luqman Elîzade, girtiyê olî yê temen 34 salî û rûniştiyê gundê “Serawqamîş” ê ser bi bajarê Bokanê, li girtîgeha Êvînê ji mafê dermankirinê hatiye bêparkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Luqman Elîzade li girtîgeha Êvînê rastî îltihabake zêde ya rêviyê hatiye û berî niha jî carek niştergerî bo hatiye kirin û heta niha bi tevahî nehatiye dermankirin.  

Herwiha ev girtiyê olî ji ber îşkenceyan tûşî nexweşiya dil bûye û ji ber astengî û rêgirîkirina berpirsên girtîgehê û Dezgeha Dadweriyê ji şandin bo navendên dermanî hatiye bêparkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar û nêzîk malbata vî girtiyê olî, Luqman Elîzade hetiye gefxwarin ku heta îtirafên bi zorê li dijî xwe neke, herwisa dê ji dermankirinê bêpar bimîne.

Hêjayî gotinê ye ku, Luqman Elîzade di Çileya 2023an de, piştî çend mehan işkencekirinê di dawiyê de ji girtîgehên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bo girtîgeha Êvînê hate veguhastin.

Luqman Elîzade roja 4ê Îlona 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li Bokanê hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin