Raporek ji birêveçûna sizayê darvekirina jinekê li girtîgeha Tewrêzê

05 October 2024 14:16

Hengaw; Şemî 5ê Cotmeha 2024an

Di dawiya heftiya borî de, sizayê darvekirina jinekê ya bi navê “Zehra Feyzî” ku berî niha bi tohmeta “kuştina bi qest” bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hate cîbicîkirin. Navbirî 17emîn jin e ku îsal di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin.

Pêka rapoar ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 2ê Cotmeha 2024an, sizayê jinek bi navê “Zehra Feyzî” ya 41 salî û hevwelatiya Tirk a xelka bajarê Tewrêzê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn.

Li gor çavkaniyên Hengawê, Zehra Feyzî nêzî 4 sal berî niha bi tometa kuştina bi qest ya hevjînê xwe hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku, malbata qurbanî ji bo rawestandina sizayê darvekirina Zehra Feyzî daxwaza 4 milyar û 500 milyon Tumen barimte ji malbata wê kiribûn, lê vê malbatê nekarîbû barimteya pêwîst dabîn bike.

Pêka belge û amarên ku li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, ji destpêka îsal ve heya niha aliyê kêm sizayê darvekirina 17 jin li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê bi rê ve çûye ku 8 ji wan bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin