Raporek ji birêveçûna sizayê herî kêm 11 girtiyan li girtîgehên parêzgeha Elborzê

11 October 2024 19:10

Hengaw; Înê 11ê Cotmeha 2024an

Sizayê darvekirina 6 girtiyan bi tohmeta “kuştina bi qest” û 5 girtiyên din jî bi tohmeta pêwendîdar bi “madên hişber” li girtîgeha Qizilhesar û girtîgeha navendî ya Kerecê hate birêveçûn. Ji van girtiyan herî kêm 4 girtiyên Kurd û Belûç hebûne. Sizayê darvekirina jinekê jî hatiye rawestandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 9ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina Kamran Seqayî yê xelkê Xuremavayê, Ehmed Narûyî yê 33 salî û Mihemed Îshaqzehî yê 31 salî û herdu xelkê Zahidanê, Seîd Sefayî û Sitar Xusrewî, herdu girtiyên Kurd û xelkê Hersîna Kirmaşanê, hemû ji tohmetbarên pêwendîdar bi “madên hişber” û her yek ji Arman Hidayetî, Mehdî Zari`î û Mihemed Sadiqniya jî tometbarên “kuştina bi qest” li girtîgeha Qizilhesarê hatiye birêveçûn.

Hevdem sizayê darvekirina sê girtiyan yên bi navên Mecîd Efrûze yê 52 salî, Mihemed Meşmûl yê 40 salî û Îbrahîm Sidiyq yê 45 salî ku berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Kerecê ku hikûmet ji vê girtîgehê bi “Nidametgaha Navendî” bi nav dike, hatiye cîbicîkirin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, sizayê jineke girtî ya bi navê “Zehra Yehyazade”, ku berê ji girtîgeha Qerçeka Weramînê ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo girtîgeha Qizilhesarê hatibû veguhastin, hatiye rawestandin û cardin bo girtîgeha Qerçekê hatiye vegerandin.

Herwisa hin rapor ji darvekirina du hevwelatiyên Efxanistanî di heman rojê de hatibûne weşandin ku lipeyketinên Hengawê nîşan dide ku di vê rojê de sizayê darvekirina ti yek ji hevwelatiyên Efxanî nehatiye cîbicîkirin û ev du girtiyane hefteyek beriya niha sizayê wan hatibû cîbicîkirin û nûçeya wan jî hatibû medyayîkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin