Sine; Gazîkirin û binçavkirina demkî ya Riza Şerîfe û Armîn Şerîfe

13 October 2024 19:32

Hengaw; Yekşemî 13ê Cotmeha 2024an

Riza Şerîfe, çalakvanê sendîkayî yê mamostayên bajarê Sinê û kurê wî yê bi navê Armîn Şerîfe, ji aliyê îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine gazîkirin û bo heyama 3 demjimaran hatine binçavkirin û rastî lêpêçînê hatin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji demjimêr 9 heta 12ê nîveroya roja Yekşemî 13ê Cotmeha 2024an, Riza Şerîfe, mamoste û Armîn Şerîfe ji çalakvanê kedakrî yê xelkê bajarê Sinê li îdareya Îtilaata Sinê rastî lêpêçînê hatin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev bav û kurane piştî sê demjimêran lêpêçînê ji îdareya Îtilaatê hatine berdan.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, hêzên îdareya Îtilaatê roja Pêncşemî 10ê Cotmehê bi êrîşkirin bo ser mala Riza Şerîfe yê mamoste û Armîn Şerîfe yê çalakvanê kedkarî dest bi ser kelûpelên wan yên şexsî wekî telefona wan de girtine.

Eva di halekê de ye ku Armîn Şerîfe, ji ber nexweşiyê, pêdviya wî bi dermankirina berdewam û çavdêriya pizîşkî heye.

Armîn Şerîfe berê jî pêşîneya dadgehîkirinê hebûye û dawî car li meha Adarê, dadgehîkirina navbirî li taya 4 a Dadgeha Pêdeçûnê ya Sinê hatibû lidarxistin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji hûrgilyên sedemên gazîkirin û herwiha tohmetên ku li dijî van du welatiyên Kurd hatinî sepandin ti zanyariyeke serast li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin