Sizayê jina kurd Zeyneb Îsmaîlî ji 5 sal zîndan daket salekê

Hengaw: Sizayê wê jina kurd ya xelka bajarokê Dêgulan li parêzgeha Kurdistanê,

05 December 2020 18:51


Hengaw: Sizayê wê jina kurd ya xelka bajarokê Dêgulan li parêzgeha Kurdistanê, ku beriya niha ji aliyê dadgehê ve bi 5 sal zîndan hatibû mehkûmkirin, hat kêmkirin. 

Li gorî raportên ku gihîştine Hengawê, çend roj berê jina kurd ya bi navê Zeyneb Îsmaîlî (58 salî), ku endama Dayîkên Aştiyê ye jî, ji aliyê dadgeha înqilab ya Sine ve bi tohmeta ku li dijî rêjîmê propaganda kiriye, bi salek zîndan hatibû mehkûmkirin. 

Ew jina kurd, di dosyeka din de jî û bi tohmeta endamtiya PKKê bi 5 sal zîndan hatibû mehkûmkirin. 

Li gorî agahiyan, piştî bertekan dadgehê sizayê wê jina kurd kêm kir û kir salek.


Di vî warî de zêde bixwînin